Sîng û berê kew-gozelê Elegeze,
Vê biharê wê xemilye rez bi reze:
Memikê yarê ser bedenê cot kanîne,
Xalêd sûret mîna konê kurmancîne.
Guliyê yarê mîna cewê der biharê
Hev girtine, fitil-fitil têne xarê.
Ezî li ser kaw-kubarê bengiyê xefur,
Min da desta û lîlandin sîmê tembûr,
Min go:-Yarê, tembûr destê minda helya,
Were lawikê xwe keremke cotê guliya. . .
Go:- Beytûyo, porr û guliyê min qumaşin,
Yêngê mîna te bêsewda û bêhişin:
Sîng û berê min zozane, ez çevreşim,
Ne ya teme, para lawikê xwe keleşim. . .
Got, berzeqê û bi avir min nihêrî,
Avirê wê min bûn mîna kêr û dirî. . .
Cotê guliya bûn cote mer û min venîn,
Sazê min ket, tilî-pêçiyê min lerizîn...
Mêrg û geliyê Elegezê girtin dûman,
Nizam çira gelo bihar bû zivistan.