"Hey lê lê…. wey lê lê… Ferman e ûy… hawar… hawar…
Dîsa li me ferman e
Li jor tête gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e
Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e
Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e
Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
Weke Mahabat û weke Berzan e
Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebçê
Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e…"