Demeke dirêj çû
heta ez fêr bûm
bendewariyê nekim
ax çi hunereke dijwar e
tu xwe fêr bikî bendewariyê nekî
Xwedêyo
mirov çi ruhberekî lawaz e
li pêşîya fitneya wê mizgîniya
ku qet nayê
û divê tu heta qiyametê
bendewarîya wê bikî
ez îşev ji we re dibêjim
ku mirov ruhberek e ku bê bendewarî
ne tu tişt û hîç û pûç e,
însan bê bendewarî hildiweşe
bê bendewarî ji bo heta hetayê bidawî te.