Dîsa bêhna te hat Newroz
Çîya yê me bi hatina te dikeni
Dayik bi hêsre xweyî çava te pêşvazi dike
Û diqêrîne nevroz diqêrîne
Kêçê me yî dêst hinekirî
Zarok tiliyê xwe bilind dike
Û diwê tu bi xêr hatî ye nevroz
Tu bi xêr hatiye
Tê bi xwe re anî ye tîrêjên rojê
Ew qêşema ser gel tê rake
Tê bikeni
Êv ê biteqin movikê dara,
Wê kêf xweş bi be kulîlkê dara
De kerem bike
Qad , qada te yî nevroz
Ji himbêza xwe derxe
Agir ê Zerdeşt ê Kawa
Bila bi şevitin Dadgeh serdesta
Bila bişevitin birçê metîngeha
De wêkev Nevroz
Û ronî xwe bi de êv gelê bindes ..