Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Lew li min der bûne birînan, dihêrim ah û elemê Were seyyadê hezînan, bes bike qala weremê Ne’lînên ‘uşşaqî rabûn, kadîna ‘işqê zuwa bû Êdî hew Zînê xuya bû, ruh li ber kaşê kelemê Neguvêş min di narê xwo, bes guh de qêrînên ezê Hatina min bi mûyekî, ne bi qesr û payî textên vê demê Kengî vî barî dirakim, çawa karibim derêxim Ne ji welat dikarim çim, ne ji te ez revemê Kanîya baxê buhuştê, nûreya bedra munîr î Derî û pace vekirim, kanê ew bêhna qeşemê Min di dil de heye tenûr, ne tenê bi şev e sohtin Bîst û çar sa’etan her, disojim wax mu’teberê Ez nikarim xwe hebînim, bê niyaz û derd û ney Hew dikarim bikenim qey, lew li min rabûye Memê Kewîna êş û birînan, carekê nakit pirsîyar Bes qeweta min nemaye, were min bibe îremê Her wekî zahir dikim ez, hesret û bêrî û hestan Heta hebe ev ‘illet, darûxwaz im vê mulhemê
·
26 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.