Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Newaya Rengan • Mehmûd Badilî
Roj li pey rojê reng diçirisin û di ruwê kevala jiyanê de her tişt sema dike. Tenê ez… li ser lingekî li ruwê xweyî jikeva û lingê xweyî seqet digerim. Sorahî Hîna diya min tembîyên xwe yên nazenîn li çilapekên baranê dike û hîna li ber dîwarê xemgîniyê bi sipîdeyê re bi destên xweyî terikî pişta berxê berbangê soring dike. şînahî Berî xewê di nîvê xewê de berî berbangê bi hinekî… min digot qey tu dikî perdeya bêdengiyê, ji navbera min û xwe, biçirrînî. Her carê, aramî di kûrahiya bendewariya min de heşîn dibû, û awirên teyî jar li dîwar û banê odeya xewa me bi teşîya nepenîyê valahî dirist… û xirecira çaxê bêzariya min li kirasê rojên xwe dineqişand û tu ne dipeyivî. Keskahî Herdem pêjna darê min ber bi payîza siya xwe de dikişand. Carekê zimanê min neşewitî û min negot: çima...? Xakî Herdem te digot: Ezê herim, û min digot: Ax ji derdê te. Kengî t`ê bi ser rengê hebûna xwe ve vebî? Tu çûyî … û te dilê min nexist cih û te negot: Ji çi tiştî hez dikim. û min hewl neda xwe taku nas bikim tu ji çi rengî hez dikî..! û hîna dilê min li pey te bi darikê gumaniyê çixêzkên girover di siya xweyî derbider de wêne dike. tarî Aniha ji nû ve têgihiştim çima em bê welatin?! ji ber me darên gumaniyê di zevîyên dilên xwe de nediçand. şîrikî Her êvar.. ji ava cehê çarşemê peyalekê vedixum û tîna min baweriyê bi keda destê min nîne. Her êvar... hemî rojên heftiyê tilîyên xwe ber bi çavê min ve tûj dikin û dibezin kêlîka serxweşiya min. Her êvar… xwelî bi pişta aso ve radipelike û aso berî çelînîya xwe ji xewnê vedibe. Her êvar.. arezû mûristanên xewnê xwe di sîbera rewanê min de çê dike, û qelş li dîwarê sirûda min nakeve. Her êvar ez di giroverek nezok de tême giritn, û zimanê min bi şûrê Xwedê jêdibe û sura bayê barîn ji ber tazîbûna min şerm dike dê çawa hinekî vehêsim.
·
27 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.