Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Ya Reb Hewar
Ya Reb hewar sed car hewar Perwan û qet nagrin qerar Xweş muhbetî havîtî nar Ya Reb tu yî dermanê min Sed car hewara thekemî Ya ageh darê ‘alemî Derman bike vî elemî Ya reb tu yî dermanê min Vî elemî derman bike Sirra ezel zahir bike Daxa dila hasil bike Ya Reb tu yî dermanê min Elem çî ye? Muhîbbet e Derman sebr û sekînete Ya reb bikey bi qismete Ya Reb tu yî dermanê min Ya reb bikey tewbe nesîb Tecellîye husna hebîb Derman bikey dilê hebîb Ya reb tu yî dermanê min Dilê xerîban sax bike Sirr û hala zahir bike Daxa dilê min sax bike Ya reb tu yî dermanê min Dilêm kole bi xwoşîne J-ber birîna tijî xwune Bi dermana hekîm nîne Ya Reb tu yî dermanê min Eger hekîm ‘îsa bitin Luqman ji qebra rabitin Daxa dila sax nabitin Ya Reb tu yî dermanê min Eger hekîme Luqman e Dawud digel Suleyman e Nizanin min çi kuvan e Ya Reb tu yî dermanê min Kovana min Muhemmed e Ji bo roja qiyamet e Bo me biket şefa’et e Ya Reb tu yî dermanê min şefa’eta wî hêviye Lber dergehê îlahiye Bo Melayê Bateyî ye Ya Reb tu yî dermanê min
·
57 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.