Gönderi

Ahê Ji Derdê Dil (Çerx) • Melayê Cizîrî
Ahê ji derd-i dil dikit Herçî nedî azarê çerx Derbê li nêva dil didit Lami`sifet nûbarê çerx Tên sîneyan peykan nihîn Amanca wan tîran em în Dama belayê der kemîn Her guşe dor madarê çerx Bîra xwe tînin xenceyan `Aşiq di nêv işkenceyan Tavête dil ber penceyan Herdem ji nû şunqarê çerx Kû van letîfan gul`izar şona gulan restîne xar Lew tên ji bilbil ah û zar Nêva cihê gulzarê çerx Sed baziyan ev huqqebaz Tînit bi hîle kar-i saz Geh geh ko naz e û geh niyaz Sehhar û pir mekkarê çerx Herçî bixwînit suhbetê Axir di cama şerbetê Zehra helahil dê detê Da dil nedin azarê çerx Ev erreya jehrîdidan Min jê di dil danin sinan Ma l`behrê ferqê duşmenan Bêt û biret minşarê çerx Dijmin ji can talan bitin Ew xwe hero nalan bitin Mîlak û dil kalan bitin Lê bêt û ret xeddarê çerx D`ev kuhnexanê mislê deyr çendîn kewakib têne seyr Peykan bi davê şubhê teyr Her jê dibarin narê çerx şemsê bi şemsê cam bi cam hetta dikin dewrê temam Ateş dirêjit her medam Ev gunbeda dewwarê çerx Agir di ab û gil dikit Qelban ji qelban hildikit Metqeb di can û dil dikit Da`im evistin karê çerx çendî ko xoban bên rezim Min jê di dil da nin gezim Amanca wan remzan ez im Ser`eskerê seyyarê çerx Min pir şevan hetta seher Danîne rê sem` û beşer Ew mahirû ma bête der Ta bême newbetdarê çerx Kes dî li lewhê sîne qet Neqşek vehatî bêxelet Herdem ji nû yek tazexet Tavête der pergarê çerx Ma j`hesreta şîrînleban Xew tête çehvan qet şeban Firyad-i der ber kewkeban Pirsê bike j’ bîdarê çerx Van rehrewên himmetbelend Berdane meydanê semend Sergeşte yîn hetta bi çend Ev rekbê meş`eldarê çerx Gavek ji dengê zengilan Êmin çi rûnîn menzilan Hey hey dibînin mehmilan Firyad e her qentarê çerx Pir min ji vê çerxê Mela Kêşane afat û bela Ebleh dibînim wî hela Herçî ji dil bit yarê çerx
·
69 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.