Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Cana Ji Cemala Te • Melayê Cizîrî
Cana ji cemala te muqeddes qebes im ez Ger xob û perîzade nezer kî te bes im ez Mislê mehê new ger te divêtin me bibînî Mêze bike camê tu dizanî çi kes im ez Yexma ji me can kir ko tecellayê li dil da Min rûhê di qalib tu yî tenha qefes im ez Hubba te ye min radihejînî ko binalim şeb ta bi seher nale ji rengê ceres im ez Min go mehê new çaşitiyê ebrûyê yarê Go min çi hed e şubhetê ne`lê feres im ez Saqî ji ezel yek du qedeh bade bi min da Hetta bi ebed mest û xumar û teles im ez Cana tu yî min can gulê bêxar-i gerem bî Minnet ko ne wek bilbilê mihnet `ebes im ez Sed cewr û cefa dî bi me naçîn ji derê te Yekser tu nebat î we li teb`ê meges im ez Ger we te divêtin bibirî ser bike ferman Da vê se`etê ser bibirim xweş meqes im ez Ser ta bi qedem ez bisojim şubhê Melayî Perwanesifet sohtim û bêsewt û his im ez
·
115 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.