Gönderi

Dilberê Serdarê Xûban • Melayê Cizîrî
Dilberê serdarê xûban Ez nizam ageh heye `Arif e bi halê qulûban `Alim e bi halê me ye `Alim e b’ daxê fu`adan Gezmeyên wan nûn û şadan çûne dil hetta biradan Yengiyê reşgoşe ye Gezmeyên wan şad û nûnan Awirên eswed`uyûnan Radikin ew qetl û xwînan Min diye û dil şehde ye Lazim e l’ sultan û mîran Pirskirin l’ halê esîran Em kirîn amancê tîran Suxteyên dermande ye Hêj nizanim mîr di bîr în Zanit em sî sal esîr în çehvenêr pirsek emîr în Lew bi rehm û şefqe ye Pir dibêm şefqe li bal e `Arif e û sahibkemal e Carinan bêne xiyal e Pirs bikit çi lê heye Şefqe kit carcar nihînî Toleyê astan vixwînî Da vekim daxan bibînî Nar û pêt û şu`le ye Da bizanit pêt û nar im Kuştiyê cohtê xumar im Muhbetê şohtim biwarim Lazim ew zanit we ye `Alim e b’ derd û birînê Ma dema dîdar û dînê Xef dibit remza evînê Vê bizan bêşubhe ye Herdema dilber diyar bit Can û dil têk tar û mar bit Dê çi reng muhbet sitar bit Xefkirin bêfeyde ye Herdema mehbûb zuhûr bit Zêde mezher bêquşûr bit Dê tecellayek li tor bit Berqê lami` cezbe ye Cezbeyê dil ji wucûd bir Xef ji ber `eynê hesûd bir Min di mihrabê sucûd bir Lê hecer nîşane ye Secdeya ber nûn û dalan Min tewafa zulf û xalan Ev bes e j’ sahibcemalan Da biçîn lê `umre ye Ê yekê sadiq hebînî Bêhicab ger ew bibînî Ma li hişyarî dimînî Serxweşê bêbade ye `Işq e tuxraya nihînî Herdema mehbûb dibînî Dê bi dil lazim bixwînî Ev çi ism û nusxe ye Lami`a wê husn û nûrê Gerçi tê dil şubhê torê Batina nayê zuhûrê Lê hicab û perde ye `Arif in me`naşunas in Lê bi sed şûret libas in xeyrê mehbûb wan nenas in Xef ji wan zanî me ye Ê li min yengî kişandî Sed xedeng vê ra reşandî Dil ji derbê herişandî Ez kirî extirme ye Lazim ew zanit bi halî Dilber û yarê muwalî Gezmeyên qewsên hilalî Derb li nîva sîne ye Hêj dibêm mehbûb nizanî Min ew e rûh û kiyanî Pirs nekir bîra xwe nanî Ev çira perkende ye Pirs nekir şahê cehanî Yûsifê dewr û zemanî Ev çi xak e l’ asitanî Bel esîrek j’ên me ye Bûme xak ez lew ji rê ve Da dema yar bê ji wê ve Damenê bigirim ji pê ve çendekê min cehde ye Çendekê taqet didêrim Bim xubar bedrê veşêrim Ger ji çehvan ez biwêrim Min zenexdan telbe ye Da binoşim mey ji lêvê Mawera reyhan û sêvê Lûlûyên şekkir di nêvê Ab-i heywan çeşme ye çeşmeya ava heyatê Şerbeta qend û nebatê Min li daxan ew mufa tê Can ji bo şukrane ye Lew weko sewda û dîn im Herdema dêmê dibînim Dîn dibim heyran dimînim Muşterî ya Zuhre ye Şems di nêv birca şeref da Sed kewakib çar teref da Muşterî hatî bi ref da Istiwa çû qible ye Afitabê d’ istiwayê Ez ji ber derb û cefayê Canfida tême liqayê şubhetê perwane ye Min tu yî meqşûd ji jînê Min ji ber mewca evînê Sed dikem dîdar û dînê mezher e bes zêde ye Rohniya çehvê nebînan Murşidê meczûb û dînan Darûwê derd û birînan Min teleb dîna te ye Bêne pê nazik mubarek Deyne ser çehvên me barek Min curûh xweş bin bi carek Rohn bibin pê dîde ye Bên kefa nazik ji nûrê Tilliyên cama tehûrê Bihn ji mawerd û bixûrê Min ziyaret tewqe ye Da li ser çehvan bimalim Bilbilê werdên bixal im Carekê rehmê ke zalim Şefqexûy heqqê we ye Er nekî rehmê tu mîro Dê çi bit halê me îro Qet nebê carek esîro Girtiyê sîsale ye Şoncihê peykan û neslê J’ tiliyên yaqût û feslê Er nekî derman bi weslê J’ derb û tîr û gezme ye Gezmeyên yarê ko bavê Ne j`mey û qend û gulavê Bêt dewa kit wan di gavê Ma heyatek lê heye Ne tinê qend û nebat î Mezherê rûh û heyat î Hem but û `Uzza û Lat î Lew me dil butxane ye Xwendê latê Azer î tu Bê çi şîrîndilber î tu Her cihê lê bêwer î tu Bêxilaf ew ke`be ye Ma dibit bêxin xilafê Ser didit ba vê nisafê Er bikî bême tewafê Min bi eswed secde ye Da ziyaret kim nişanî Ber Zuhel bêtin qiranî Tole yim ser l’ asitanî Çehvenêrê mûçe ye Ma bi zehrê şekkerînî Mûçe dî da xef bixwînî Da reqîb mel`ûn nebînî Pir »`eleyhi l-le`ne« ye Ger bibexşî dil muradê J’ wê heyat û xemr û badê Da nekim gille û dadê Dad me dîsa ber te ye Guh bide ber gilh û dadan Hakimê şehr û biladan Dê tu daxwaz û muradan Dî kesê bêçare ye Dê tu dîsa şefqetê kî B’ ew nişana cebhetê kî Me j’ herêmên xidmetê kî Mehremên bêperde ye Bê nişanên me nişan kî Mah û Xurşîdê qiran kî Bende kelbê asitan kî Dûr nekî xweş tole ye Da dema suhbet bi coş bê Cam bi xweş le`lan bi noş bê Me j` hebîb sed deng surûş bê Dînber û pir`işwe ye Şerbeta wê cam û tasê Yar ko tê bête ‘n`ikasê Bêt me jî feydek ji kasê Ab-i heywan ew bi xwe ye Ê ji vê zerfê vexwarî Xwendî ew xettê xubarî Mestiya çehvên xumarî Qenc dibê ew zêde ye Min li dil tîrik muxil dî Têk ji ber xwînê qizil dî Lê dibêm derdê ko dil dî Hêj ji çehvên şehle ye Rohniya çehvên Melayî Xaliqê husna te dayî Hub tinê da min gedayî Husn û hub yek çeşne ye Dîtiya nûra yeqeq me Sed neseq lew tên sebeq me Pir nebî erzan li heq me Lê Mela xweş bende ye
·
158 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.