Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Îd e û Herkes Ji Dîdara Te • Melayê Cizîrî
`Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e `îd Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil be`îd Her seher dihnêrim ez cana bi ahan ra ji dil Bareke l-barî bi-is`adin `eleyha yewme `îd Dergehê lutfa te xanim ma li mehrûman vebî Inne kelben başiten dehren zira`en bi-l-weşîd Pîremerd im `aşiq im îro murada min bibexş Ya hebîbî ya muradî ya muna qelbi l-murîd Ferre `eqlî min lehîbî misle bazin ew `uqab Zabe rûhî mislema inhelle fî narin celîd Dem`u `eynî min buka`in mislu nehrin fî sukûb Naru qelbî min xeramin fî diramin fi l-weqîd Dil ji ber narê mecazê bi-l-heqîqet bû pereng Naru qelbî fî hewahu mislu narin fi l-hedîd Key xilaş ez dozexê hecrê tu ya bim ey ciwan Her nefes dared şela û ne`reê hel min mezîd Kî dizanit min ji rimbazan dema oxilme tên Têne di sed rim ji wan û sîne tênê sed cerîd Min ji şeffeynan ji nêva meqtelê rim têne dil Lê li wan destan nihin xwîna xezaya ez şehîd Mishefa husn û cemalê sûreta xal û xetan Ma telewna xeyre herfi la we-Qur`anin mecîd Gerçi her da`im ji mihrê neynika dilbedre min Wek hilalê şubhê têm ez carinan bim napedîd Ma bi le`lên canfeza navê me bînit carekê Bi-d-du`a bellix teheyyatî li Selma ya berîd Tu j’ Melayî her bipirs esrarê `işqê hel dikit Vê mu`emmayê çi zanin sed mela û muste`îd Er bi kuştin wer bi hiştin emr û fermana te bit Ehmedu `ebdun reqîqun waqifun beyne l-`ebîd
·
72 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.