Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Ji Rena Nêgizên Tey • Melayê Cizîrî
Ji re`na nêgizên tey mest û xwînrîz Zeman bû `ehdê ceng engîzê Cengîz Te canê min divêt ey canê `alem Ji min bistîn bi le`lên xwey şekerrîz Du `enber bû li şimşadê bi mestî Vebestin lew hewa bû `enberamîz Ji axa asitanê mistekê bîn Li daxan da bibînim xweş şeba tîz Tinê Ferhad dizanit lezzeta `işq Ko wî can daye şîrînê ne Perwîz Teb û tabê hezar işkence da dil Ji şîrazî negahî mestê Tebrîz Ilahî nêrgiza mey mest û nazik Ji destê xwar û bedxwahan biparîz Ko lê têt ew qebayê asimanî Letîfa şeng û nazik wek belazîz Sewaşek rêhte dîsa `alema dil Bi cadoyê du çeşim fitne engîz Xebais teb` e ji ehlê seksirişt e Yeqîn ew ker ji canan lew dikit bîz Mela canê te çawan pehlewan kir Li tayê xemriyan zulfa dilawîz Ji husna bênişan nadî nişanek Nişanî ger ji dil nek`ra te perhîz Mebîn ev ger bi şûret ademî ne Hemî dar in ji êgir ra kirî rîz
·
25 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.