Gönderi

Kes Bi Dada Me Nepirsit (Çi Kit) • Melayê Cizîrî
Kes bi dada me nepirsit gilleh û dad-i çi kit Te nebit dadiresek beyhûde firyad-i çi kit Bi şirînê negehit dest-i eger Ristem-i bit Dê bi bazo û milan şubhetê Ferhad-i çi kit Fa`ilek lazim e da fi`l û eser peydae bit Ger tu heddad-i nebit kûre`ê heddad-i çi kit Mumkinek dê hebitin da ko teleb haşil bibit Seyd û nêçîr ko nebit tole`ê şeyyad-i çi kit Her gil û seng dibitin zêr-i bi tedbîr-i hekîm Qabiliyyet ko nebit hikmeta ustad-i çi kit Kan bi gewher çi bikit gewher eger pak-i nebit Tu beşîret te nebit sîreta ecdad-i çi kit Zêr û zêwer dikirin celb-i qulûban haşa husn û sur zatî nebit qameta meyyad-i çi kit `Aşiqê mest-i bi `işqê niye hacet bi meyê Waridê warid û ehwal-i bi ewrad-i çi kit Te xered vêkketina yek weliyek murşid-i bit Salik û talibê irşad-i bi Bexdad-i çi kit Cehde û se`y û teleb bê eserek şafî nehin Tu ne bêperdenişîn çaker û qewwad-i çi kit çi eser dê li berê xare bikit qetre`ê ab Qelemê me bi du sê qetrey`ê zuhha dê çi kit Dê ji heq cazibeyek dil bigirit wer ne Mela Ji ezel ger tu hidayet nebit irşad-i çi kit
·
38 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.