Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Meşşateyê Husna Ezel • Melayê Cizîrî
Meşşateyê husna ezel çengalê zulfan tab-i da Da `işq-i hil bit pêli-pêl Qelbê me bê cellab-i da Husna hebîb û lutfa yar Avête dil `işqa xedar Lew selb-i kir jê ixtiyar Wê husnê ev îcab-i da Min dî seher zulfên di mest Hatin sema ihram-i best çûn secdeya xalê bi qest Lew haciban mihrab-i da Rûh û rewanê min hebîb Dîsa bi telbîsa reqîb Rencîde kir miskên xerîb Terka dilê ehbab-i da Mehbûb û reyhan pir gulav Ker kir li min cerg û hinav Zehra helahil bû di nav Lew saqî ew cullab-i da Wan dest û zend û sa`idan Mey dane şeyx û zahidan Mestî be çeşmê şahidan Ew nêrgiza sîrab-i da Miskê reşandî ez dibêm Wan nuqteyan hin bûne kêm Lê xettê reyhanî li dêm Katib ji nû i`rab-i da Nazikqeda nûrînbeşer Ew bû li min neqşê beser Dîna xiyalê her seher Nav dîde`ê bêxwab-i da Ew tilliyên nazik reqîq Pir da me fincana `eqîq Ew badeya nûrîn rehîq Minnet bi min wehhab-i da Da xef nebit bejna ferê Mey hate şehkasa sirê Minnet ko îro dêmdurê Dîsa şeraba nab-i da Mey hate fincana sedef Kes dê vexwit îro bixef Saqî bi çeng û nay û def Ferfûriya mehtab-i da `îd e w hebîbê nezre lê Yan dê bi qurban bî Melê Ya reb bibînim roj hilê Sikkîn di dest qessab-i da
·
97 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.