Min dî seher şahê Mecer lebsê di ber mexmûr-i bû
Ew dêmzerî surmuşterî ya reb perî ya hor-i bû
Horîweş e şîrînmeş e kagulreş e xalhebeş e
Xalên di qer miska teter nazikbeşer kafûr-i bû
Nazik letîf gerdenzerîf lebsê şerîf kêmxe û qedîf
Min dî bi wext ew nêk bi xet îro li text fexfûr-i bû
Fexfûrsur e sîmadur e heybetpur e pir dil gur e
Ew hate miş min çûne hiş dil min di `iş -qê fûr-i bû
Dil bû kerî zaya berî lazim herî dê ew zerî
Min dî gelek ew surmelek wek meş`elek pir nûr-i bû
Dêm fener e xal `enber e bo mawer e leb şeker e
Ew meyperest meşha û mest cama di dest ferfûr-i bû
Mey ber kefê meşha şefê soza defê da qerqefê
Husna li dêm weşfan neşêm herçi dibêm jê dûr-i bû
Da min surûş wer mey binoş zewq û xwirûş lew çûm ji hoş
J’ wê `işweya yar bû xwiya ew ne j’meya engûr-i bû
Min dî b’ xewab ew mahitab da dil kulab cohtê xurab
Dil şewwişand xwê lê reşand xweş herişand têk hûr-i bû
Hûr kir cesed qewsên semed tîr dan kebed dad û meded
Cerhan ji new xwîn daye kew `işqa me lew meşhûr-i bû
Lew yek neseq min tên sebeq nûra yeqeq da dil şefeq
şîrînlebê dêmkewkebê lê bende bê destûr-i bû
Dilber nezer da min seher xecilîm ji ber lê ew qeder
Zanim goya ew mahrûya wek lû`lûya mensûr-i bû
Paş firqetê zor muhbetê mi j’ tel`etê çûm hedretê
Wesla hebîb min bû nesîb mel`ûn reqîb rencûr-i bû
Cama zelal xemra helal yarê şepal da min bi hal
`Işqa xedar şohtî sitar nêv me û yar sed sûr-i bû
şahî cevîn xem jî revîn marê şevîn îsand evîn
Derd û bela wên çûn hela `umrek Mela mehcûr-i bû
Pir min zecir dîtin hecir ma bû ecir şubh û fecir
şem`a me hil -bû sed `emil minnet me dil mesrûr-i bû
Yar we`de da b’ le`lên xwe da wer ba me da çîn perde da
D’ spêdeyê çûm we`deyê ko j’ badeyê mexmûr-i bû
Ihram mi best eswed bi qest yar hate mest ez çûme dest
Cohtê hebeş tîr dan bi weş hecca mi xweş mebrûr-i bû
Wê kagulê çînin dilê qelbê Melê dav dane lê
Dava dilan nêv sinbilan ser sorgulan menqûr-i bû