Wek çemekî
Di ber te re çûm û nema li şopa lîngen te vegerîyam
Wek ewrekî
Di ber te re çûm û nema li esmanê çavên te vegerîyam..
Wek pencereyekê
Ji dîle te re vebûm û nema li sira bayê evîna te gerîyam ...
Û wek darbesteke
Di ber te re çûm û nema li hîmbêza axa te vegerîyam...
Ehmed Huseynî