Gönderi

Nazikek Min Di Seherê Dît • Melayê Cizîrî
Nazikek min seherê dî bi cemala xwe ne wek Hor û wildan û perî bûne beşer bûne melek Wer temaşayê şehîdên xwe ke carek tu binê »Ehsene l-lahu we-tebarek« ji du çehvên di belek Sinbilên ter li gulan pal-i bi mestî diderin Sosinên taze li nisrînwereqan bûne helek Nazika min ko bi mestî di çemen hat-i xeram Ji hesed çûne xusûfê meh û mihr-i di felek Ê ji xeflet te bibînit ko dimînit heyihat Te bi çehvên di belek kuştine mezlûm-i gelek Zerreyek `işqê giha kê we ji `eqlê xwe nebir »Kullu men şadefehu dahiyetu l`işqi helek« Xwisroyê `işqê ko rûniştî li ser textê wucûd »Fetehe l-qelbe `ele l-fewri we-li r-rûhi melek« We çi `işq û çi selamet herdu dûr in ji yekê »Kullu men yesluku hubben subule n-nari selek« Ah-i bêgavê ji dil tên me ji pêta di ceger Bes tu bêfeyde neşîhet ke me dil bûye pelek Ma ji `umrê me çi mabit were êdî vi me ra Da di eqtarê wucûdê bikirîn seyr-i melek Di ’stiwa’ê ko ji husna te veda lami`ekê »nezeru ş-şemsi mine ş-şerqi ile l-xerbi delek« Afitabê ko ne teşwîr-i ji husna te bitin »Nûruha fî nezerî zulmetu dacin we-helek« Ji hewa bend te kirim şubhetê bayê di sivik çi ji biska te bibêm ah-i ji biska te çelek Ez ji zulfa te veristim mi teleb kir lebile`l Lê di çaha zeqenê bê ser û pa çûme helek Bi umîda te homayî ne Melê tor-i veda Wer temaşayê cehan bûye hemî tor û şebek
·
79 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.