Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Remzên Te Di Canan • Melayê Cizîrî
Remzên te di canan ne bi endaze dirazin Heryek bi hezar rengê rewan-i me dixwazin Wan derbe li canê me wekî berq û birûskan Tîrê te di canan ne tinê sîne gudaz in Cana ji cefaya te û zulmê çi xeber dîn Ko tîrê ji cewra te di dil da me bi gaz in Perwane û bilbil bi dil in şu`leya `işqê Lê ger tu nezer dî bi xwe ew gulşen û raz in Peyweste di weslê lew dimînim ko seraser Bişkoj û tilism û wereq û netrik û baz in Subbûhî û quddûsî û horên di bihiştê Peyweste şebê qedrê liqaya te dixwazin Sinbil bi sema tên û gulan perde dirandin Bişkiftine al-al û hişîn bûne terazin Cobar di rewan in çemenan terhê ciwan in Mestane bi ref ref li kinaran sî û qaz in Heryek bi temaşagehê husna te ji herca Teşbîhê nigaran bi cemala te dinazin Tîran li me dit dostê me tê sîne hedef kir Nazan li me kit yarê me zarî û niyaz in Mihrabê du ebrû ko ji bala ve xwiya bin Der secdegeha `işqê niyazê me nemaz in Ger husn û mehebbet bi sera perdeê can bin Geh şah û geda geh bi xwe Mehmûd û Eyaz in Ev hor û perî çehre but û latê cemalê Der şûretê tehqîqê, Mela, `eynê mecaz in
·
101 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.