Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat • Melayê Cizîrî
Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat »Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê Enwera rengifirişte beşera horîsirişt Ya ji miska Xetenê xal û xet û kagul û qişt Ger xwe nîşan seqerê dit dikirit hor-i bihişt Ke`beya tê ne put ew putkede ye û dêr û kinişt Ko nesîb da ji ezel heq ji me ra`işq-i newişt Feyde nakin li me ism û ne tilism û ne nivişt Zahirî da me `ezabek we ko batin ve bihişt Sohtinê daye hinavan û ceger têk-i birişt qesd-i weslê me bi can kir ko vedayîn û ne hişt Dest nehilîn ji teleb ger me di rê çit ser û tişt Pişt-i nadîn du hezar xencer û tîr û rim û xişt Me serî daniye rê û bi Xwidê bestiye pişt Ew e min rûh û heyat û ew e min qibleyê zat senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat »Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê Zeriya dêmidur û lebşekera `işweperî Ya ji ser ta bi qedem têk-i ji `eybane berî Ji sera perdeyê Lahût-i bi sed şêwe kirî Bête ber `eynê şuhûdê di libasê beşerî haşi li-l-lah tu kesan dîbitin ev rengê zerî Daye ber qend û nebatê ji du le`lên şekerî Bê tu, ya lebşeker î, ya tu nebata bi ter î Ellah ellah çi tecella ye ji sirra qederî haciyan silsile bestîne li dora qemerî Dor-i beytê ji şefa têne semaya seherî Bê muruwwet ko du mêran ji surê mey di serî Ew nehêlin çîn tewafê we ziyaret hecerî Zemzem û xulxule û `umre û `îd û `erefat senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat »Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê Min bi dil şûretê can dî ji butan ew bi tenê Ew tinê serwa rewan dî ji zerîfên çimenê Sosin û sinbil û gul çerx e li dora semenê Xemriyan helqe û çîn dane ji miska Xetenê Ser didin çeşmeyê heywan û bi zimzim direnê Lê çi şîranî ye Ellah te ji wê kift û çenê Ez dibêm bedr e bi dêm lê dikitin guft û kenê Ya yeqîn roj e li şerqê we şefeq daye dinê xelitim Rûhê qudus hatiye nêv wê bedenê Dikit ihyayê mewatan bi sur û reft û çunê Te nehin bawer û îman nezerê dê û binê çi tecella ye bûyî qible melek rû didinê Azerî ger bidiya hûr dikirin Lat û Menat Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat »Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê Nêrgiza mest û şirîn û gul û nisrîn e ji reng şeker û lû`lûwê mensûr û bi dil ahen û seng Me ji ber derbê evînê bûye dil pêt û pereng Lew me şeb ta bi seher nale ye wek muxnî û çeng Da me sed reng-i `ezabê we nehat der ji me deng Hestiyan girtiye naşûr û mejî da heye jeng Lew ne hişyar û xumar în me nexwarî mey û beng Li me îro du kemandarê hebeş hatine ceng Têne qetla me di destan du siyehqewsê ji Yeng Direşînin me û tên me du hezar tîr û xedeng Cegerê kun dikin û tê dibeyin mislê tifeng Mislê wê kafir û zalim qe diyin kes di Fireng Nazik û xob û şekerxende û şêrînherekat Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat »Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê Di riya dostê Mela yekcihet û sadedil în Me hetta can heye haşa ji teleb dest bihilîn Ya di rê ser bidirîn ya bi muradê weşşilîn Me çi perwayê rimên ber weşê şêrînqizil în Ta ebed mest û hilak în ji şeraba ezel în Ji cefa û sitema wê ji ceger pir di kul în Perdeya guşeqeşeb bê tu ji ser dêmê hilîn Ko di şerqê Meh û Xurşîd-i ji şewqê bettilîn Lew ji sur surme didêrîn we ne muhtacê kil în Mest di nêv tor û lefan marê li selwê fittilîn Surmedarên ji surê mest-i, ji qudret kemmilîn Me ji xeflet du jiha dîn û ji sehmê xeccilîn `Işweker şêwe numa ya me ji wê rûh û heyat Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat »Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê
·
132 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.