Gönderi

Senema Sur Ji Semed Şewqê Ji Heq Daye Wucûdê • Melayê Cizîrî
Senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê Ger `ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê xerq-i bûm ez di xema `işqê di weqtê seherî bû Ko tecellayê cemalê li misalê beşerî bû Ne ji lewnê beşeran min diye lê dêmê zerî bû Ez dibêm Rûhê qudus bû bi xwe ya hor û perî bû Lew bi husn û nezerê remzek ji sirra qederî bû Xemriyên seyr-i li dêm helqe li dora qemerî bû sed xedeng dane ceger sîne ji derbê bi kerî bû Li me êş û eleman zêde ji tîra qeçerî bû Dil ji me bûye pelek can û cesed têk seqerî bû Lew me şeb ta bi seher naliye wek muxnî û `ûdê senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê Ger `ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê nezerek wê beşerê lebşekerê horîsiriştê Nadirim ez bi mey û kewser û horên di bihiştê Ê dîyî ew bi xwe carek di`ecîbim ko bi hiş tê Te ji wan qews û kevanan çi xedeng in di bi weş tê Ew e min şafî derdan, me çi hacet bi niviştê Ger bikit husn û cemala xwe tecella di kiniştê Dibitin Beytê qudus ehlê ziyarat ji hebeş tê Sîne putxane ye îro me ji dêm û qed û qiştê Bi dilê sade çi kim ez ko tecella negihiştê Ew e min qibleyê cebhet di qiyam û di qu`ûdê senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê Ger `ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê Qibleya ehlê dilan ger bikitin keşfê cemalê Ya tecella ke ji ber tac û peran qewsê hilalê Kî bi dil kafir e ê sicde nebit cebhet û xalê Ya nedit şehde bi ayatê di wê weqt û mecalê Leyletu l-qedr e bi min ew se`et û `îd e di salê şefqe kir perde hilanî seherê şox û şepalê Eyisandîm û ji enwar û surê şubhê şemalê Meşiha mest û şekerleb bi me da mey ji peyalê Negiham secde bibim pir xecilîm ez ji wisalê hadirê berqê li dil da ji tecella we şuhûdê senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê Ger `ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê Rohniya çeşm û çiraya me nizam hêj-i di bîr im Ko di zindan û hebisxaneyê wê bend û esîr im Ji xedengên qeçerî sîne tejî gezme û tîr im Dil di nêv helqeyê zulfa siyeha bû ji `ebîr im Têk perîşan lef û şitrîyû we tayên ji herîr im Tu heyî min di dinê lew di dinê begler û mîr im Zêr û mal er çi nedêrim te didêrim ne feqîr im Ji evîna te şepalê di şevan şubhê nedîr im Ji lebê le`lê şekerbarê te wek şekker û şîr im Me ji ser ta bi qedem sohtine wek ateş û `ûdê senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê Ger `ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê Bêhisab şox û şepalê li Melê qehr û xeder kir Ne em anîne xiyalê ne li halê me nezer kir Qet nekir şefqe libasê xedebê zêde di ber kir `Illeta cewr û cefa û elemê cih bi ceger kir `Elilandîn di firaqê sitemê sîne bi ker kir Ah-i hetta mirinê ev ji me ra dax û keser kir Sefera şam û `Iraqê li me xweş lazim û fer kir Bi me da jehr û reqîban di devê şehd û şeker kir Em bûyîn pêt û pereng lew ji wisalê me hezer kir Nazik û neyşeker û xob û şirîn qedd û hudûdê Senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê Ger `ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê
·
194 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.