Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Tealellah Zehê Husna Mubarek • Melayê Cizîrî
Te`ale l-lah zehê husna mubarek Tebarek sed tebarek sed tebarek Meger şîrîn bi vê şîraniyê bû »Ela şemsu l-melaheti qed tuşarek« Ji xunçên buxçeya wê gul`izarê Ji her xunçe di dil da maye xarek Li textê dilberê rûnî bi şahî Li te şahî mubarek bit mubarek Ji dîdarê murada min bibexşî Murada min ji te dîdar e carek Di dil da nî we dîsa dil disojî »E-tehriqu ya melîke l-husni darek?« `Izarê ger li min dî tu li dil de »Li-enne l-qelbe qed yehwa `izarek« Te cergê min ji dil kir pare pare »Fe-carek ya bedî`e l-husni carek« Were xanim bikuj biste bi xencer Melê emma bi destê xwey’ mubarek
·
75 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.