Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Tu Sehergeh (Hudûs)
Tu sehergeh bi temaşa were bazarê hudûs Lê te bêfa`ide azar-i nedit xarê hudûs Da ji dil xunçelebek nazik û terdane bijîrî Bi tebessum bi te ra bête ji gulzarê hudûs Sed girih min di dil in lew ko çep û rast-i dikir şahê husnê qidemê zulfê girihdarê hudûs Bil ji sultanê qidem min bi tu iqrar-i nehin Ger li kaba me nehin metqeb û bizmarê hudûs Dil di deryayê qidem qaf e bi sabit qedem î Gerçi da`im li serê ferqe me minşarê hudûs Belko dîwar-i bi guh bin bi Xudê kî bi Xudê Bi tu rengî nekirî eşkere esrarê hudûs Lem`eyek ger ji kinarê qidemê pertewê dit Dê ji ber wê se`etê mehw-i bin enwarê hudûs Wê bi sed pencereyan daye şi`a`a qidemî Gunbedê `işqê li ser kursiyê dewwarê hudûs Tu hudûsê we mebîn qenc-i nezer dê carekê Li esasê qidemê daniye dîwarê hudûs Here eşlê xwe we tertîba qiyasê jê ke Ger nizanî çi ye yekcarê berê darê hudûs Ateşê `işqê wucûdê hel dikit şubhetê zêr Heye mumkin nefirit zîbeqê ferrarê hudûs Ellah Ellah ko di `umrê xwe tu carek nebihî çi seda tête ji vê gunbedê dewwarê hudûs Tu ji ber perdeya wehmê were der da bibihî çi newa tête bi sed nexme ji ewtarê hudûs hal û musteqbel û madî di xwe da têk-i yek in şubhê mewcûd e bi `eynê xwe di êvarê hudûs Rast û çep gav û se`et her li me ew datînit Zu l-feqarê qidemê heyderê kerrarê hudûs Rast û evraz û nişûvî me biwarin yek û yek Lê tinê wê li me bû da`ire berwarê hudûs Dê li qelbê me çi dit lami`eya islamê Ko li canê xwe me xef bestiye zunnarê hudûs Reng û jengê hedesê neqşê hudûsê me di dil Bide ber rendeşê `işqê ew e qeşşarê hudûs Can li ser destê nihayî di riya canan-i da Rûhê şef şef ko vewestane di bazarê hudûs Dê ji xeflet biretin saya zewalê ey dil Rûnenî da tu emanet li siha darê hudûs Tu ji feslê here eşlê ko di vê dêra xerab Da nebî merkebê cehlê tu di bin barê hudûs Da nigarê xwe bi sed rengî bibînî îro Were carek bike seyrê tu di etwarê hudûs Tu bi halê me dizanî çi ye herlehçe Mela Me di dil têt û diret xencerê xeddarê hudûs
·
93 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.