Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Xelqo Li Min Kin Şîretê
Xelqo li min kin şîretê Ew dilbera zerrînkemer Min dî di halê xefletê Hat der ji bircê wek qemer Hat der ji birc û penceran Dil girt û da ber xenceran Ev reng e halê dilberan Lew `aşiqan xwîn bûn ceger Qelb û ceger min bûne xwîn Lewra ko nû der bûn birîn Ey can were halim bibîn Wer rûh ji qalib bête der Canê min er bê ser cesed Mizgîn bi afaqan resed `Alem hemî pê bin hesed Insan û cinn û caniwer `Alem hemî têk bûne şef Sey’rîn li şahê min bi xef Hatin temaşa çar teref şatir xumar tayên di ber Hat padişahê pir sipah Qamet elif dêm şubhê mah Dad û meded sed ah û ah Zulf û `eqarib têne ser Gestî me xelqo `eqrebê Mest im ji şewqa xebxebê tali` tinê mi d`kewkebê îro `eqarib têne der îro `eqarib hate xwar çû nêv-i baxê gul`izar Ew buxçeya her lê bihar Lew bilbilan lê qal û şer Bê hed ji dil nalî û keyb Di ew buxçeya ridwanê xeyb Van naliyan nînin çu `eyb Sohtîne em dil bû seqer Sotin li min cerg û hinav Werdên di hûr girtî xwinav Zulf hate ser lê kir bilav Bayê nesîm weqtê seher Tirsim muxalif ba detê Zulfên di dora cebhetê Rakit qiyam wê sa`etê, Alem bibit zîr û zeber Zahir dibêjim pendigîr Da dil nedî zulfa herîr şubhê Melê dimînî esîr Guh dêre qewlê mu`teber
·
344 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.