Ey Kurdistan
Ey agir
Ji bo ku te bikin parçe û dagir
Hov in, êrîş dikin di dest wan de bivir
Me li dijî dijminên te yên kafir
Li jêr û li jor şerr kir
Tu nizanî bê ji bo te kî mir û kî nemir
Tu her delala ber dilê me bûyî me da te qedr
Tu yî sebr
Tu yî ahd û îman û cirr
Qet nîn e ji navê te xweşiktir zikr
Me ji bot e belqitand emr
Me qebr kir qesr
Me ji koma meytên şehîdên xwe çêkir
çiya û agir
Me ji bo te rijan hibr û hêsir
Me tu bi xwîna xwe kirî Tahir