Gönderi

Yarê Me Pir Nîşan û Sir
Yar-i me pir nîşan û sir sîma ji dur dêm kewkeb e Ew lebşeker nazikbeşer cebhetseher kagulşeb e Şebkagul e xalfilfil e çînsinbil e dava dil e Min xefletî dî qibletî wek mah ditî -sa xebxeb e Min dî bi xef suhbet bi def şahê Necef fincan di kef Nûnên ji Yeng berdan xedeng wê pir ji teng şîrînleb e D’anî zuhûr dêmê bi nûr xalên di hûr cama tehûr Saqî werîn cama zerîn ew surşirîn cam meşreb e Xal û xetê şoxqametê me ji vê kitê -b û destxetê Herdem ji new dil feyd e ew ev `işq û sew -da mewheb e Min bêqedar ev sir veşar `işqa xedar şohtî sitar Mihra butan xal û xetan şendûqexan û meqleb e Dêmê bixal ew nûn û dal ismê celal bejna şepal Yekta elif nayê weşif min `eqlê tif -lî mezheb e Hetta nemam salik temam şîrînkelam ma da me cam Bê cehdê qet tên emr û xet herçi ko met -leb menşeb e Dermande yim heyran te yim pîrane yim xweş bende yim Zaza bi sir dil j’êm vekir derheq me pir erzan mebe Bergên gulê ew misk e lê hûr hûr welê derheq Melê Bêperde û xweşme`de û yekwe`de û pirşefqe be
·
369 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.