Ji Ke`ba munewwer Xwedê leylekê,
Bire Mescîd-ul Eqsa ew lehzekê.
Hemî enbiya lê civan wê demê,
Li wê bû îmamê ewê `alemê.
Ji wê ew bire Sîdret-ul Munteha,
Bi qabê du qewsan vibal xwe giha.
Bi ruh û cesedve ewî bir siwar,
Bi çavê serê xwe Xwedê dî, du car.