destên wan biçûk bûn, lingên wan tazî
gepek nan li kêlekê hişk dibû; nanê garis
deqên bîrovê di nava por de dikuliya
xizanî bû leyîstok her car wenda dibû
dioriya ji nava serê xwe nepoxa qelişî
axa terikî bi baranên Payîzî avis dibû
ewrên tarî dihatin weke xalên kuştî
li ber darê dergûşê bûkek tevî hinneya xwe
ji dûriyê dipirsîn yên nehatî û neçûyî
lê çi xweş bû, çi xweş bû zarokatî li mala bavê