Dengekî gewr herikî ji qermiçokê aniya pela
Bê pirs te deriyê jiyan amin girt
Bê pirs bê xatir
Mîna tenêtiya te mame
Xemgîniya min dawa xeydokiya te dikşîne
Te dengê xwe veşart û çû
Ji xwe re di bêjim ji xwere gûhdar dikim
Helbesta te a çavzarok
û strana çûka li cem min ma
Xeydok
Bê sûcim
Xweliya emrê min têxe nava tiliyê xwe
Bişo bi çola kerbela serê min
Tê bibîne ez bê sûcim
Ji nava derewa daweşandî hatim