Gönderi

Dilêm wire, li wan ç’ya, Li wan cya, Kîderê ku zeng û zinar Bona kurda bûne sitar, Kîderê çem dikewgirîn, Wexta dişon hezar birîn, Birînê wan lawê efat, Ku hiştine mal û xebat, Rabûne şer’ bi sîng-beden, Wekî nebin feqîr, reben, T’ucar nebin qûlê neyar Û nemînin bê mal û war. Dilêm wire, li wan ç’ya, Li wan cya, Kîderê, ku teyrê kubar Hêlan xwera kirine war Û kurdara bûne heval, Ber çeva tim ç’ya û newal, Kîderê ku kulîlkê al Bîrnakin wan mêrê helal, Ku boy weten şêr’da can dan, Û xûna wan Boy kulîlkê li wan deran Bûye rengê şîna giran. Ez dixwezim li wan ç’ya, Li wan cya Rokê rabim û bigerim, Kîderê ku xûn bû, mirin, Û ramûsim mezelê wan, Ê ku candan, Wekî timê bijî weten, Navê me kurd û Kurdistan.
·
37 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.