Porê te şevêra ketine lecê,
Çevê te şevêra ketine lecê,
Porê te alav û agirê reşin,
Çevê te alav û agirê reşin.
Siba xweş mîna gula vedibe,
Sibe qemera dîndara teda
Te’m-ramûsana roê dibîne
Ber xwe dikeve,
Ku ro berî wê
Tu ramûsayî.
Ezê şev û roj derê xwe vekim,
Ku alava te bikeve malê,
Mala dilê min.
Ezê ji roê herro dua’kim,
Wekî kêm neke alava çeva,
Germa dilê te
Şevê terîda.