Eva du roje ezman digirî.
Eva du roje
Roja havînê melûl û sare,
Jêr şîn, jor gewre,
Eva du roje serê min şile,
Eva du roje dilî ne dile,
Eva du roje, ku hevalê min
Dibê:- Birînê min dîsa dêşin,
Ku ji şêr’ mane.
Eva sî sale,
Birînê wîda hela hê şer’e.