"û hêlînek ji soberîya cûn î qemer a aramîyê
di kurtenameya temenê xwe de dixesînim."
Di cihoka mejî de
wekî çiravekê hemû rabirdûyên min
ji antî-depresanîya civakeke genîbûyî pêk tê
Êdî bûme dînekî
ku ji her tiştî dişewitim
û ji asîmanan re, bazkên xwe dirûçikînim
ji bo firîneyeke bêderew
Jîyan li dara temenekî dilûse
dibe qîjeqîja agrafobîkîya bêyom
Va ye her kes ji min diweşe
Bila biweşe
Safî û sayîmayînekê radimûsim
Bi tena xwe, ev bes e