Gönderi

Eyy çiyano Eyy bajarno Mîlîtanek hat kuştin ber şevê Kolan bêdeng Erd sar bû Kulîlkek giriya Dayikek qêriya Xwîn diherikî axê Ax ji axiya xwe Ewr ji ewriya xwe fedî dikir Eyy birano Eyy xwişkno Ew mîlîtan birayê min bû Bavê çar zarokan Mêrê jinekê qedirbilind Şervanê gelekî bindest.. Ax birayo birayo Birayê min ê biçûk Birayê min ê azadîperest Birayê min ê welatparêz Çawa canê te êşandine Çawa dilê te kêr kirine Çawa laşê te perçiqandine Ax birayo birayo Ax mîlîtano mîlîtano Bila çavên neyaran kor bin Bila mala neyaran bişewitin Çawa tu kuştine… Tu çûyî Nema Tehma nên Siya darê Xuşexuşa avê Bax û baxçe Zevî û westan Gund û war Neman birako neman… Tu çûyî Çiqas îxanet rûyê me reş Çiqas qehremanî rûyê me geş kirin Tu çûyî Çiqas dem û demsal Çiqas şivan, berx, gur, kûçik, çeqal derbas bûn Nizanim… Birako piştî te Çend zarok bûn bûk û zava Çend mal û milk hatin wêrankirin Çend xewn û xeyal Çend mirin û jiyîn hatin dîtin Çend stêrk şemitîn Çend êş û birîn di dilê me de teqiyan Nizanim… Tu çûyî Diya min reş girê da çil roj Rûyê xwe çirand Giriya, Qêriya Dîsa giriya Dîsa qêriya Nifir, sixêf kirin Dîsa nifir Dîsa sixêf kirin Rondik barand bi salan.. Tu çûyî Kenên te mabûn Di hêlîna dilên me de Tu çûyî Tirs û xof Êş û hesret mabûn Di çavên me de Tu çûyî Dengê te mabû Di dergûşa guhên me de “Dayê ez dimirim ji bo we tu negirî… ez ê rojekê bi klamên Şakiro welatekî azad bînim ji we re negirî dayê negirî…” Ne klamên Şakiro qediyan Ne şer Ne jî girînên dayika min a reben…
·
285 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.