Hebû tunebû, rehmet li gora dê û bavên min û we bû, li gundekî sê
bira hebûn. Ji malê dinê tenê du kerê wan hebûn. Bi van keran ji
çiyê êzing dibirin bajêr difirotin û jiyana xwe pê dom dikirin.
Rojek ji rojan, ev herdu kerê wan hatin dizîn. Çol û çiya gişt geriyan
nedîtin. Berê xwe dan malên gundiyan, dîsa nedîtin. Her sê bira li
ser