Hebû tunebû, rehmet li gora dê û bavên min û we bû, li gundekî sê
bira hebûn. Ji malê dinê tenê du kerê wan hebûn. Bi van keran ji
çiyê êzing dibirin bajêr difirotin û jiyana xwe pê dom dikirin.
Rojek ji rojan, ev herdu kerê wan hatin dizîn. Çol û çiya gişt geriyan
nedîtin. Berê xwe dan malên gundiyan, dîsa nedîtin. Her sê bira li
ser kevirekî rûniştin û ji hev re gotin:
— Ka em bavên ber aqila?
Yê mezin got:
— Heger ez bim, ê ku kerên me biriye yekî kinik e.
Yê ortê got:
— Ger kinik e, ji Xirbebelik e.
Yê biçûk got:
Ger kinik e û Xirbebelik e, sed ji sedî ew Elik e.
Rabûn berê xwe dan gundê Xirbebelik. Çûn ser mala Elik. Jê re
gotin:
— Zû kanîn kerên me?
Elik got:
— Kerên we ne li cem min in.
Wan got:
— Me avêt ber aqilan, ker li cem te derket.
Elik got:
— Ger hûn bi aqilê xwe bawer in, çi di bin lihêfa min de ye?
Yê mezin got:
— Ger ez ez bim, tiştê di bin lihêfa te de ye tiştekî girover e.
Yê ortê got:
— Ger girover e, ez bibêm orte sor e.
Yê biçûk jî got:
— Ger girover e, orte sor e û sed ji sedî hunar e
Elik zer û şîn bû, destê wî di ber de ket û got: “Kerê we va ne di
êxur de ne.”
Bir varmış, bir yokmuş, Allah’ın kulu çokmuş, evvel zaman içinde
bir köyde üç kardeş varmış. Bu üç kardeşin, dünya malı adına
sadece iki tanecik eşeği varmış. Dağdan kestikleri odunu bu
eşeklerle kente götürüp satarlar, geçimlerini bu yoldan sağlarlarmış.
Günlerden bir gün bu iki eşek çalınmış. Dağ bayır bırakmamış
aramışlar; ama nafile! Köydekilerin evlerine bile bakmışlar; ama
bulamamışlar. Üç kardeş bir taşa oturup birbirleriyle söyleşmişler:
— Hadi aklın mihengine vuralım, demişler.
İçlerinden yaşça en büyüğü demiş ki:
— Bana kalırsa eşeklerimizi götüren kısa boylu biri.
Ortanca olanları demiş ki:
— Eğer kısa boyluysa bence Xirbebelik köyündendir.
En küçükleri demiş ki:
— Eğer kısa boyluysa ve Xirbebelik’tense kesin Elik’tir.
Böylece kalkıp Xirbebelik köyüne varmışlar, Elik’in evine dadanıp
ona sormuşlar:
— Söyle bakalım nerede eşeklerimiz?
Elik onlara demiş ki:
— Eşekleriniz bende değil.
Bunun üzerine üç kardeş demiş ki:
— Biz aklın mihengine vurduk da, eşeklerin sende olduğu sonucuna
vardık.
Elik demiş:
— Madem aklınıza güveniyorsunuz, bilin bakalım yorganımın altında
ne var?
Üç kardeşin en büyüğü,
— Bence toparlak bir şeydir, demiş.
Ortanca eklemiş:
— İçi de kırmızıdır.
En küçükleri de demiş ki:
— Eğer toparlaksa ve içi kırmızıysa yüzde yüz nardır.
Elik renkten renge girmiş, iki eli çaresizce iki yana düşmüş ve pes
edip demiş ki:
— Eşekleriniz bu ahırdadır.