Dema Zerduşt sî salî bû, wî welatê xwe û behra welatê xwe terikand, û berî da çiyan.
Li wê derê Wî bi tenêtîyê û giyanê xwe re kêf kir, û bi qasî deh salan ji vêya aciz nebû.
Belê talîya talî dilê wî guherî, û bi rojhilat re di berbanga di rengê gula sor de rabû, derket ber rojê, û wisa got:
Tu, Hey stêrka gewre! Wê çi bûya bextê te, ger ewên ku tu li ser wan dibiriqî tune bûna!
Ev serê deh salan e tu rapeliqî ta vir ser vê şikeftê: tu yê ji ronahî û rêwitîya xwe biwestiya, ger ne ji min, eyloyê min û marê min bûya.
Belê em her roj li benda te sekinîn, me tîrêjên te ji xwe re hebandin, û ji bo wan me pîrozahîyan şandin ji te re.
Lo! Ez li zanina xwe heyirîm, wek mêşekî zêde zêde hingiv berhev kirî, ez hewceyê destvekirîya me.
Ez ê bibexşînim û belav bikim, da ku zana car din ji xêfîya xwe, û hejar ji dewlemendîya xwe şad bibin.