Çar alîyên welatê min hene
Rojhilat kêm be
Ez ê bê berbang bimînim
Bakûr kêm be
Ez ê bê ba bimînim
Rojava kêm br
Ez ê bê bihar bimînim
Başûr kêm be
Ez ê bê baran bimîbim
Çar alîyên welatê min hene
Rojhikat kêm be
Ez ê bê çav bimînim
Bakûr kêm be
Ez ê bê dest bimînim
Rojava kêm be
Ez ê bê pişt bimînim
Başûr kêm be
Ez ê bê ling bimînim