Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Ba Xetê Rewşa Bindestiyê
Di gelên bindest peyayên gewre zû zû ranabin Kesên xwe nenas bi azadi yê nizanin şabin, Bindestî kirête, rûmetê dişo ji rûyê merov, Kesî nediye tiştek heşîn be tucaran bê tov, Tovê hat reşîn, di welatê min, bi destên qirêj, Pirr pîsî şîn bû di nav nîştiman gelekî ji mêj, Ên tov reşandin ew beg û axa, him şêx û mela, Li şûn xweşiyê ji mere hiştin pirr derd û bela Ev bêbavên han bi hîzebûnî dihatine gel, Di serê wî de didane çandin pirr tiştên çepel, Derew, bêbextî, kuştin û talan, pir çavnebarî, Nezaniya reş, gelek derd û kul, tevî zîvarî, Fend û gelacî, xap û dilreşî rûçikên wan bûn, Di reya neqenc ji bo kembaxî destê şeytan bûn, Bi şev û bi roj wan saz dikirin reya bin destî, Heya bikarin bê tirs bikujin ew gelek hestî, Gel di destên xwe kiribûn lîstik ji bo kara xwe Holê pêk tanîn bi hîzebûnî wan debara xwe.
·
137 görüntüleme
Pîrhevok el Kurdî ❂ okurunun profil resmi
Sala 1983yan de hatîye nivîsandin
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.