Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Dizanim cejne hat îro heval û hogirên te gişk Direvin himbêza bavan nola berxan û makan pişk, Bi vê ve hevde cejnên me kuta bûn holê dûrî hev, Ko bextê reş weka termê rojên me kirine tarîşev Te îro ne dêye ne bav hemî biyan stoxwarî, Tu bê qey ev ne bes bûn ko bû mêvanê te zîvarî, Di her all ve dilteng î birînên te bê derman in, Ji bîr meke di rojên teng mêranî zirt û halanin Tu lawê miletê Kurdî, ji bo te rojek şayî, Heye diçerxa dinyayê wê gav ewr ê bibin sayî Mezin be da ko wê rojê ez û tu gurmikan bi hev din, Bi pozên çapliyên devreş newal û deviyan tev din, Neyaran bikujin bê van bi carê tovên wan rakin, Welatê ko xopan bûye ji nû va şên û ava kin, Di xarin aleke rengîn di nav gorna bavê min, Dê hingê bêjim cejna te pîroz be li ser çavê min. Hema, 16.1.1934.
·
122 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.