Ka bibêje rojda;
Çende roj ji bilî te hilat û çend roj ji bilîte çû ava?
Çend bihar ji bilîte hat û çû?
Çend kulîlk ji bilî te şîn bû, û bêhn da?
Ez nizan im.
Roj, meh, sal tên û diçin rojda,
Ez dimîn im,
Tu tiştek li min naguhere
Tenê hezkirina te li min zêde dibe,
Û evîna te fikr û ramanên kûr û kûr dide gîyana min.
Tu cîhana min de, sterka herî mezin
Tu dilê min de deryayek herî pak û zelal e
Tu evîn e rojda
Tu evîn e…