Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

çil sal kuta bûn ku ji axa welêt cuda me Dûrî heval û hogiran, him dost û bira me, Welat çi xweşe, bax û bostan, tev çem û rûbar, Lê ez bi xwe her evîndarê tehtên çiyame Ew lat û zinar, tim keleha mêrxasên min bûn çi qas di nava kuntarên wan ez geriyame Cihek nîne ku wekî çiyan xurtî dide min Di navçava wan qet venayêm wekî ziya me û şta rûmeta bav û kalên me ew çiya bûn Gava digehêm ber siya wan, giranbiha me. Min hêvî heye, carek din derkevim ser wan Bo doza welêt tê de bikim, an ne tewa me, Yezdan! Bide min gorreke çak di ser siya wan, Nizam çiqasder, bo daxwazek holê hêja me.
·
120 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.