Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Dayê!
Bi erd û ezman, bi navê xwedê Nizam bi çi rûy dibêjim yadê Min tu hêlayî dilkul û xemxwar Ji lewre îro şermende rûsar Tînim bîra xwe salên ku borî Jibo kama min çer bûyî gorî Goriyek bêdeng, bê gilî, gazin Te pirr êş dîtin bo armanca min Ji min kiz nebû dilê te yê girs Lê nebûn mêvan ne qelsî, ne tirs Wî qenc nasîbû dûşa min a rast Ji lewre bo min serdestî di xwest Di vê rê de wî çiqas didît êş Bê tirs û perwa her xwe dida pêş Ne zîvariyê, ne suhna neyar Ne qerfên bedxah, şûrê sitemkar Nikarîn bişkîn birnê çavên te Hilgire sitem, digel zîvarî Wek te xwe ragre di nav wî arî Himbêz ke dilgeş kama lawê xwe Wî agirê sor têxe dawên xwe. Tu zanî hingê hê ez ciwan bûm Di têgîhanê gelek nezanbûm Tenê rûmetê ez xistim wê rê Baş ser wext kirim hin hevalên çê Ji nû min bîr bir êşa bindestî Jibo gelê Kurd divê serbestî Di welatê xwe serxwe aza bin Wek gelên mayî bijîn û şa bin Heya ez giham vî warê hişyar Ji te dûr mabûm sêser û bê war Ew keys neket min da bo te bêjim Kulên dilê te der kim birêjim Heya bizanî min kam bilind e Rêya li ber min pirr qenc û rind e Hêja ye mirov xwe bike gorî Da hilde tola sitema borî Di rêya xebat ji bo niştiman Pê aza bibin Kurd û Kurdistan Te xwe neda paş ji fedakarî Serbilind mayî her di vî warî Ez jî digel xwe serbilind kirim Te xistim rêza peyayên welat Kesên têkoşer ji bona felat Sed hezar carî mala te ava Her mineta te li ser her dû çava Bi serhatiya me eger bizanin Dê gelek tiştan bikin bizanin çawan kurê tey dewlemend û têr Jibo niştiman girt rêyek gelêr Ne got mal û milk, ne zarok û jin Dest ji wan kêşa da ser rêyek kin Rêya xebatê bê badan û çiv Mirin û westîn jêre wek hingiv Xebata xwe kir bi belengazî Hin caran birçî, pêxas û tazî Hilgirt mineta camêr ne camêr Lê nexwest bibe xudan mal û zêr Tenê wî raman doza welat bû Her xebata wî ji bo felat bû Lê qet newestî, nekir zarezar Wek te serbilin li pêşî neyar Pîsî, kêmanî ne anî ser xwe Xebatek durust danî bû ber xwe şerê pîsan kir bê dilovanî Kêmaniyên wan yek yek deranî Di warê xebat nehiştin noker Bi dilekî hişk digel wan kir şer Nandoz û keysbaz, hinek sergevaz Ketin nav lingan bûn tewz û tinaz Xistin xebatê karker û cotkar Jê re bûn pêşeng xwendeyên hişyar Holê destpêkir xebata gelêr Wî hêvî heye di nîrekî çak Ji bo gel bike hin xebatên pak Berê gotine: “ Kesê da ser rê Eger neweste dê hergiz bighê “.
·
128 görüntüleme
Pîrhevok el Kurdî ❂ okurunun profil resmi
Sed carî mala te ava dayê!
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.