Bi erd û ezman, bi navê xwedê
Nizam bi çi rûy dibêjim yadê
Min tu hêlayî dilkul û xemxwar
Ji lewre îro şermende rûsar
Tînim bîra xwe salên ku borî
Jibo kama min çer bûyî gorî
Goriyek bêdeng, bê gilî, gazin
Te pirr êş dîtin bo armanca min
Ji min kiz nebû dilê te yê girs
Lê nebûn mêvan ne qelsî, ne tirs
Wî qenc nasîbû dûşa min a rast
Ji lewre bo min