Feleka bêbext şikand darê min
Nema kes rûniştî li ber arê min
Ji du hezar sal hey bi îro
Azadî nema di nav warê min
Zorkerên bêbav bi fend û xapan
Di berhev xistin dost û yarê min
Qenc û çakên min tev dane kuştin
Qelandin riça karguzarê min
Serek û rêber di welêt neman
Li erdê hiştin koç û barê min
Ji hev perçe bû Kurdistana gewr
Ket nava destê çar neyarê min
Kirine guneh bi kurdî peyvîn
Wan divê rakin ziman, zarê min
Dewlemendê min hate şêlandin
Ji welêt derket tev zîvarê min
Ew kesên ku xwe mezin dinasîn
Roja teng nebûn bendewarê min
Çend heb ji wana mabûn di meydan
Îro tev revîn ji ber barê min
Hinek ji wana bê şerm û fihêt
Bi destê neyar bûn sîmsarê min!..
Dixwazin îro bi hîzebûnî
Bi derxin kurdan ji ber karê min
Qirak, tot û tund ketin warê min
Koleyên kolî kolîdarê min!..
Ji xeynî felek min hene neyar
Li dora welêt bûne çarnikar
Çav dane dîlî bindestiya min
Bi zorê hiştim bê ziman û zar
Berê rabûn me tirkên tûranî
Ecemên guhpên, erebên bêwar
Herçî li iraq û îranê bûyî
Dihêlim ji bo Goran û Hejar
Dê tenê bêjim kurt û serpilkî
Ku çawan tirkan xwîna me xwar
Ji tirkan sê kes xwedan guneh bûn
Kemal ataturk, îsmet û bayar
Di nav sî salî ji gernasên kurd
Sê hezar mêrxas şandine ber dar