Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Halê Welat
Divê tu zanibî, ev bûne sê sal Min nedît xwîşk û bira, xelkê di mal Ne me dît axa welat, pîra dîyan, Ne vexwar kewsera gewr ava çîyan, Dipirsî îro ji min halê welat, Dê bêjim jê diçin sed agir û pêt, çi çîya, deşt û newal, rêl û zimag, çi bajar, gund û kelat avahî pag, Heya bi dar û çîya kuç û zinar, Bi girîn, kezeb ji min anîn xar. Ne kêzan, ne şivan û şîna giran, Sorgerî ava çeman bi xwîna biran, Rojê sed êş û birîn, renc û keser, Ji dil û cergê wan der têne der, An dibin arnanc ji bo tîra neyar, An dibin ji nav welat bê şûn û war, Axivîn ji canê welat diwazde birîn, Herikîn Dicle, Firat deh sala xwîn… Qe nizam hewceye wî halê xirab, Ku ji min cerg û hinav kirîye kebab, Dibêjim bê sor û ber, bê doz û tol, Ji me çûn deşt û çiya, namûs û ol. Pir spas ji xwedê, we ew der ne dît, Tu bê qey nemane mêrxas û egît, Welat dîl, xelkê têda hemî reben, Bê girîn nabînî, rûkî li ken.
·
153 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.