Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Newroz
Bi xêr hatî tu Newroz sersala me kurdan î Dilê min her li gel te hêja û sergiran î. Ji çavên te xuya ne dibînim rûgirîn î, Teqez tu jî wekî min pir êş û dilbirîn î. Em dê kînga xilas bin ji zîneta neyaran? Newroza xwe vejînin di destpêka baharan Ma têr nakin ev şaşî? divê em jê şiyar bin, Tev bi ramanek xweser bo şûreşê li kar bin Wek Kawayê hesinker bervaneke xwe rakin, Rabin bi şûreşê xurt pergala wan bela kin. Welatê xwe bistînin tê de bijîn serfiraz, Hemi aza bextiyar, dewlemend û belengaz. Hînga hêja ye Newroz bimîn sersala kurdan, Bi kêf û saz û govend vejînin li Kurdistan.
·
112 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.