Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Dayé
Dayê îro min berde Bê dengî êş û derd e Dayê divê bibêjim Kulê dil ez birêjim Me berda rêça gela Me da pey şêx û mela Em ketin derya bela Dayê te got min bela Dayê divê bibêjim Kulê dil ez birêjim Bi nivişt û nifira Naşke pişta gawira Hevîrê tu distirê Bi tirsê bi hêstirê Nanê wî qet ez naxwim.. Ji dijmin ez danaxwim.. Dayê li min bibûre Xwîna dilêm difûre Em tev de bûn Misilman Me jibîr kir niştiman Me pir girêdan şaşik Nebûn tac man paçik Gel tev bûn paşe û sultan B`tenê kole û rêncber man Bawer bik Salahedîn Bikêrnayê ol û dîn B`azadî ger em bijîn Hêjaye b`hişta rengîn Dayê ma heya kengî Ev bê lebat û bê dengî Êşa min ne lorîn e Dergûşê nehejîne Dayê em tên xapandin B`hovîtyê tên şikandin Ala spî aştî ye Kefenê gel hemî ye Aştiyê ez naxwazim çimkî ne serfiraz im Mi navê dîmuqrasî L`xwe nakim vî kirasî Kirasekî rengîn e Lê dibin de birîn e Birînek pir kevnar e şûna şûrê neyar e Dayê ev davek nû ye Sitemkarî deh rû ye. Dayê divê bibêjim Kulê dil ez birêjim Napirsim ji Hîrodot Tev bû derew tiştê got Ka kardox ka Mîtan Ka Mîdya ka Kurdsitan Kanîn Kurdê qehreman Tev de laş in bê rewan Piştî ku em ketin xew Tevde bûn vir û derew Dayê ez qet narûnim Kezyê jina nahûnim Ji dîrokê napirsim J`pêşerojê bitirsim Ditirsim em nebin yek Ku bilîlîne felek Ku bibin sed çarperçe Qamişlo bibe Helebçe Dayê ez qet nawêrim L`pêşerojê binêrim Ka rewşen ka ronahî Ka dilxweşî ka şahî Ka dengê bilbil xweş tê Piştî reşê şevreş tê Dayê li min bibûre Xwîna dilêm difûre Va dugherin navê min Va kor dikin çavê min Pêşî d`gotin min cîran Va dibêjin min mêvan. Bûme xerîb li welat Dil bi axîn û şewat. Ey neyarê sitemkar Ey dijminê koledar Dengê dilê min tê te Volqan e ar û pêt e Ne lawir im ne hov im Ez kurd im xweş mirov im. Wek zanim tu dizanî Ne mêvanim tu mêvanî Danaxim serê j` pola Maç nakim pê û sola Ez kurd im bê dewlet im Tu min bixe zindanê Tu l` min bike lêdanê Heye ez bikim fîxan Lê bi kurmancî bi zan Ey neyarê sitemkar Ey dijminê koledar Kurdistana me roj e Wê dilê te bisoje Ger Tîrêjek çû bi xem çil melyon Tîrêj in em Perîşano de rûne Dijmin va dev bixûn e De rakev wek vî gelî Bes bixwîn vî rûpelî __________________ Perîşan
·
115 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.