Gönderi

Ey dilberê pêxamberê lêv şekirê hey esmerê Ka soz û peymana berê Biskan veke zulfan şeke dil pîr meke me ji bîr meke Carek ji pişt perdê derê Şêrîn kenê hingiv çenê Dosta minê dil hesinê Dil girtiyê te ez tenê Xalên hebeş birhên biweş Dêmên digeş çavên direş Hilde ko her roj bê derê Perdê li ser xalên diqer Hilde ku her roj bête der Her kes bizanin vê sirê
Cegerxwîn
Cegerxwîn
youtu.be/QNFRulKcpaw?si=...
·
512 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.