Mirovahiya xav û şil radixim li ser riha xwe
a ku min ji şînê berdaye
dibe qerqîtik jî naşibe tu camêrî
ji girêza mêrkujan gav nayên avêtin li kuçan
. . . û kurdistana min rakişandine çarmîxê
mîna îsayê kurê xwedê. . .
bi sê telaqê bêfitwe kurdistana min
ez ê gemara li ser te
bişom bi xwêdana eniya helbestên xwe
heger hîvrona bûk,
dernekeve jî di şeva xwe ya ewil de bakîre. . .