xewnek bû! di kefa destê min de
serê tiliyên te digeriyan.
aramî bû !
hêsîreke ji kêfxweşî distiriya
dilê min. tu yî ! û ji porên te
helbestên bêdawî diherikîn
li ser milên te.
û ez, hema xwezî
ez tîpek bû ma li ser lêvên te û
ez mirim jî bila ez bimira ma...